Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Sihrên Mizewran-Ergin Öpengin Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan…

  • Stok kodu:
  • AVESTA-255
  • ISBN:
  • 9786258383058
  • Kullanılabilirlik:
  • 10 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 80
  • Yıl:
  • 2022
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.25

Sihrên Mizewran-Ergin Öpengin

Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e: Xanîkê tenê Li xeta rêl-zeviyan Paceyên ronî Bi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan. Haîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.
          Ji bo hemû berhemên Avesta Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên  Ergin Öpengin vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.