Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Şînoka Rastiyê Peroşiya ku gava mirov dest bi xwendina çîrokekê an jî teksteke wêjeyî dike û bi mirov re çêdibe, hestekî cihêreng e. Ji ber ku mirov dê bi xwendinê…

  • Stok kodu:
  • LIS-149
  • ISBN:
  • 9786054497188
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 96
  • Yıl:
  • 2011
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€10.99

Şînok-Menaf Osman

Şînoka Rastiyê Peroşiya ku gava mirov dest bi xwendina çîrokekê an jî teksteke wêjeyî dike û bi mirov re çêdibe, hestekî cihêreng e. Ji ber ku mirov dê bi xwendinê bibe mêvanê cîhana nivîskar û ji ber ku ew dibetiya ku dê xwendina berhemê, awayê vegotinê û çêja zimanê nivîskar mirov bike mêvanê hest û cîhanên dîtir, gelek xurt dibe li ba mirov û mirov gelek caran heta tu bêjî bes li ser vê hizir û hestên xwe dimîne. Loma jî, gava min dest bi xwendina berhema Menaf Osman a Şînok kir, pêlên van hestên xwendevaniyê car dî li min rabûn. Şînok, ku ji hêla Weşanên Lîs ve hatiye weşandin, ji kurteçîrokên rastiyê ye. Her çîroka ku tê de cî daye xwe, digel şêweyê xwe ê vegotinê, bala me dikêşe ser kulên ku li mirovên vê xakê qewimîne û diqewimin. Di çîrokên ku di pirtûka Şînok de cî didin xwe de, çav û bala me diçe ser rastî û rasteqîniyê û her wiha awayê vegotina wê. Û vê yekê gelşa şêweyên vegotinê ên rastiyê car dî tîne bîra me. Û pirsa, ‘gelo wêje çi qas dikare rastiyê bigihîne dîroka siberojê?’ car dî di hişê me de vedije. Helbet nivîskarek dikare çêtir bigire, xwe ji rastiya dûr bike û vegotina xwe li ser vê xetê ava bike. Lê pirsa girîngtir ew e ku; tiştên ku em dijîn û tiştên ku serdest û desthilatdar bi me didin jiyandin çi ne û çima em van hemûyan wekî rastiya jiyana xwe dibînin ango çima ew wisan bi me ve xuya dikin? Û polîtîkaya berovajî û teredîkirina çandan ku li ser xeta postkolonyal tê meşandin. Di çîroka Ereboka Bişînok de em parîkî be jî hay ji vê yekê dibin. Her çi qas honaka vê çîrokê sist be jî, di vê çîrokê de bextewariya xwişk û birayekî ku gava Sîno, bi xwişka xwe re dilîze, jê re kamraniyeke bêhempa ye, tê zimên. Serê pêşîn bala me diçe ser wan û em dibêjin qey em ê çîrokeke ku li ser bextewariya zarokan bixwînin. Lê di pêdeçûn û dawiya çîrokê de em di piştperdeya çîrokê û sedema avakirina wê digihîjin. Sîno û xwişka wî Nesrîn, du zarok in ku di gundê xwe de çêbûne, rewişt û adeta gundê xwe wergirtine. Lê jî qirêja di bajaran de çêdibin, sterîlbûna wan xera nekiriye. Sîno ew zarok e ku bi awayekî metelmayî pêşwazî li tiştên nû nake, lê nikare jî li bajêr bibane. Ji bilî vê rewşa girîng, di çîrokê de dibêje: “Tevî ku ew hatibûn bajêr jî kêfa wan ji lîstikên bajêr re nedihat… Ji bajêr tev de kêfa Sîno tenê ji asfalta wê re dihat.” Di vê derveyî de, rastbûna rêyên asfalt û wê xuyakirina hemû rêyên wekî ‘rast’ bi me re tê zanîn, di binê mikroskopê ya nivîskar de çêdibe mîna ramana şîroveyî. Lê di dawiya çîrokê de, Sîno ji ber ku ji bavê xwe aciz dibe û di tariya şevê de ji malê derdikeve, digihîje deverên bajêr ku ne zanibe. Piştî şevekê, agahîya kuştina bavê wî digihe dê. Sîno di vê gerîna bêserûhiş de dikeve destê xapandkarên zarokan ku wan direvînin û piştî kuştin, hinav û organên wan difiroşin. Ev çîrok, piştperdeya rastiyekî qirêjiyan a kapîtalîzma hov tê nîşandan. Xapandin û revandina zarok, maldarên ku bi vê bazarê temenê xwe dirêjtir dikin, û pergala dijmirovî ku bi qîmet û hêjatîya perê tê avakirin, li ser navçeya postkolonyal, di bin binyayên wêjeya rastiyê de hatine şîrove kirin. Her çi qas çîrokên di vê berhemê de sist bin, xema rastiyê li hember nivîskara Menaf Osman hêsan tê hesibandin. Loma jî em dikarin bêjin, çîrokên di Şînok de wê delîveyê dide me ku em careke dî jî karibin rastî û rasteqîniyê bidin ber hev.   Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Menaf Osman vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All