Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Ka bibêje zaroko! Te çi dîtiye kambaxo; her tiştî bibêje; her tiştî tazî bike. Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber…

  • Stok kodu:
  • LIS-155
  • ISBN:
  • 9786059014168
  • Kullanılabilirlik:
  • 6 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 72
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€8.98

Sîsirkê Hesinî-Selîm Berekat

Ka bibêje zaroko! Te çi dîtiye, kambaxo? Her tiştî bibêje, her tiştî tazî bike! Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe. Tu zarok î, û em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake... De ka bibêje lo! Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse, lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike. Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin. Laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin. Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî? Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin. Bi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî!   Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Selîm Berekat vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.

Related Products

View All