Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Şorişa Xebera- Çerkezê Reş Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di…

  • Stok kodu:
  • avesta628
  • ISBN:
  • 9786258383836
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 168
  • Yıl:
  • 2024
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.99

Şorişa Xebera- Çerkezê Reş

 

Şorişa Xebera: Çerkezê Reş

Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam. ~ Eskerê Boyik Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye "Şorişa Xebera"? Şik tune ku xeber-peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê va perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wî va dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin. ~ Prîskê Mihoyî Çerkezê Reş ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin merivên wiha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê ye ku fîlosofiya wî ya şayîrtiyê tam nehatiye fêmkirin û qîmetkirin. ~ Têmûrê Xelîl Şiêrên şayîrê cahil ji çevkaniyêd ruhê cimaeta lê tên, ew derheqa bedewtiya merivan, tebiyetê û rastiyê da nin. ~ Tosinê Reşîd Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê û karkirê civakî bû, lê ya here muhîm, wî di van hemî waran da rêç û şopeke ewqas kûr dû xwe hişt ku wê weke xeta cot zû bi zû nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebiyat û çanda kurdî jiyana xwe berdewam bikin. ~ Wezîrê Eşo
  Ji bo hemû berhemên  Çerkezê Reş vir bitikînin Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.