Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê…

  • Stok kodu:
  • AVESTA476
  • ISBN:
  • 9786052246085
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Çevirmen:
  • Emîn Narozî
  • Sayfa:
  • 184
  • Yıl:
  • 2018
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.02
Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye. Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an. Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye. Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ibn Sa‘d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes‘ûdî, Mîskeweyh, Ibn Esîr, Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye. Tarîxa Teberî deh cild in, cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e, ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.