Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Tarîxa Dinêser-Îbnu Ilalmiş Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman, bi giştî li…

  • Stok kodu:
  • PEYWEND-048
  • ISBN:
  • 9786056609121
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 176
  • Yıl:
  • 2020
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€17.51

Tarîxa Dinêser-Îbnu Ilalmiş

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman, bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne. Ev bajaran, ku bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne, wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan jî gelek bajar hene ku di warên ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van navendan kêm nîn in. Bi taybetî bajarên Mezopotamyaya Bakur, yên ku kurd li wan niştecih in, bi dirêjahiya dîrokê eleqeya heq nedîtine. Dîroknûsiya serdest, ku bi refleksek oryantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn, an jî li ser tarîxa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka wan bajaran, yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ku niha di destê we de ye, xebateke bi taybetiyeke wiha ye: her çend biçûk be jî, dixwaze parçeyek muhîm ji dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê, hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên ku eleqeya wan bi dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê ve girêdayî ye, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran, berhemeke muhîm e.   Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Îbnu Ilalmiş vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.