Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Dilêr Serhed (j. 1995, gundê Kanîreşê yê Gîhadîna Qerekilîsê), wekî berendamekî nivîskarîyê û berhevkarîya berhemên zargotina zimanê Kurdî, di vê berhema xwe ya pêşîn a bi navê Teyara Textik de…

  • Stok kodu:
  • LIS265
  • ISBN:
  • 9786059295895
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 66
  • Yıl:
  • 2018
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.99

Teyara Textik-Dilêr Serhed

Dilêr Serhed (j. 1995, Gundê Kanîreşê yê Gîhadîna Qerekilîsê), wekî berendamekî nivîskarî û berhevkarîya berhemên zargotina zimanê Kurdî, di vê berhema xwe ya pêşîn a bi navê Teyara Textik de, çîrokeke gelêrî ya dirêj bi navê Teyara Textik û çîrokeke gelêrî ya kurt bi navê Bîbilcan û Heft Bira tevî çîroka xwe ya şexsî pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike. Di vê dewr û dewranê de, ku qedrê çîrokên kana xewn û xeyalên afirîner kêmtir tê girtin, nivîskar û berhevkarê xort, Dilêr Serhed, ama jî bi tiştekî zehf girîng dike: divê em gencîneyên bîra xwe ya zargotinî ji dest nedin û bi rê û şêweyên cihêreng wan veguhêzine serdema xwe û dahatûyê. Ew jî dibêje: "Em bi malbatî îşev li dora tenûra germokî civîyane. Ji ber ku bavê min soza du heb çîrokan dabû me. Erê, yek jî çîrok hene, ên ku me aş dikin, dibine sebra dilan û dibine stargeha me zarokan. Çîrokên ku zarok bi zarok 'emir derbas kirine. Bavê min çîrokbêjekî xweşik e li ber dilê min. Nizanim bavê min li hinde çîrokan ji kû guhdarî kiriye û rêzî hişê xwe kirine. Bi tenê bi gotina cîya min, bavê min di biçûktîya xwe de zarokekî zehf yanser î bi rik bûye, tiştê ku ew aş bikira jî çîrokên kalikê min bûne û çîrokên civatan bûne ku di dîwanan de têne gotin." Dilêr Serhed girîngîya çîrokên dêrîn ên bav û kalên me careke mayîn tîne bîra me.   Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Dilêr Serhed vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.