Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Tizbî, Desmal û Tasek Av: Şakîro-Kenan Subaşı Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên…

  • Stok kodu:
  • AVES-271
  • ISBN:
  • 9786258383010
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 104
  • Yıl:
  • 2022
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.85

Tizbî, Desmal û Tasek Av: Şakîro-Kenan Subaşı

Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de. Dengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn. Gava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin? “Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in! Necat Keskin
    Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Kenan Subaşı  vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.