Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Xewna Dawî-Berken Bereh Berken Berehê, bi helbesta xwe ya bi navê "Mîna Guleke Êvelî, Ger Bubuhire Jîna Me", bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî. Di helbestên xwe de,…

  • Stok kodu:
  • LIS-070
  • ISBN:
  • 9786059295338
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 118
  • Yıl:
  • 2016
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€9.47

Xewna Dawî-Berken Bereh

Berken Berehê, bi helbesta xwe ya bi navê "Mîna Guleke Êvelî, Ger Bubuhire Jîna Me", bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî. Di helbestên xwe de, ew dû êş û kulên vê xakê û hest û dilê xwe berhev kir. Berken bi hestyarî, pehtin û daxilî helbesta xwe kir, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, miştevîn, biratî û bextewarî bû. Ew her da dû xewnê xwe ya dinyayê ku hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê, di qada sîyaset û nivîskarîyê de wek têkoşer cihê xwe girt. Helbestên Berehî, digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê jî digihîjin. Ew êş û kula zaroka Helebçeyê, gundên şewitî û karkerên Şirnexê, bi rengê xwe di helbestên wî de vedixwazin. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de derwêşê êş û işqê bû. Her tişt li gorî têgehê xwe şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora dijwar, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên. Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke virnî. Ew vê rastîyê bi hêmayine henûn û vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Bi ferhenga xwe ya kubar û duhrê hamasetê, pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn. Berken bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew ji hêlekê ve, kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bi hev bigihêjin, zêde dike. Berken Berehî hem form û şêwazên nû li helbesta azad da xebat dike, hem jî bi şêwazeke nû têgeha işqê vedikeve nava helbestan. Ji qewla Kawa Nemirî:
"Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de..." Di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî, Berken Berehê jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike.   Ji bo hemû berhemên Weşanên Lîs vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Berken Bereh vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.