Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Xunava Gulan-Mahsûm Nisêbînî Weşanxaneya Lîsê, ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya…

  • Stok kodu:
  • LIS260
  • ISBN:
  • 9786054497386
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 80
  • Yıl:
  • 2012
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.35

Xunava Gulan-Mahsûm Nisêbînî

Weşanxaneya Lîsê, ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012'an de, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Xunava Gulan weşand.

Xunava Gulan, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006) û Tevna Holejînê (Lîs, 2012) 51 helbestan bi xwe ve digire, yên ku li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê behsa têkoşana azadiyê ya Kurdan vedibêje.

Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Xunava Gulan, di sala 1964'an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978'an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004'an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike:


Baran

dibarî barî barî

baraneke xweş barî

gul vebû bilbil kenî

agir gurr bû li banî

çavên har dikevin dar

derd û xem gêr dibin xwar

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

baranê rakiribû lehî

dar bişkivîn bi şahî

nêrgizan kiribû kenî

xwezayê kesk li xwe danî

baranê wekî bêhna gulan

sermistî da niştinan

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

        Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên  Mahsûm Nisêbînî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.