Yarsan An Jî Ehlê Heq-Deham Evdilfetah Ev pirtûk, ku di nav destên me de ye, bi navê Yarsan an jî Ehlî Heq, ji pênc gotaran pêk tê. Ev gotar, herçend…
- Stok kodu:
- LIS-048
- ISBN:
- 9786059295659
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Deham Evdilfetah
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 134
- Yıl:
- 2017
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €10.99 |
Yarsan An Jî Ehlê Heq-Deham Evdilfetah
Ev pirtûk, ku di nav destên me de ye, bi navê Yarsan an jî Ehlî Heq, ji pênc gotaran pêk tê. Ev gotar, herçend ji hêla sernavê wan ve ji hev dûr in, lê ji hêla naverokê ve gelekî nêzîkî hev in û bi hev re mijarê xwe sergihayî dikin. Gotara yekem, bi sernavê “Veşarteya Kurdî” (Batinîya Kurdî) ye. Nivîserê vê gotarê, zanyar û Kurdnas Thomas Bois e. Thomas Bois, piştî ku pirtûka Nûr 'Elî Şah ya bi navê Veşarteya Kurdî bi zimanê Frensî xwendiye, ev gotara xwe bi heman ziman û heman nav nivîsîye. Nûr 'Elî Şah pirtûka xwe bi zimanê Farisî nivîsîbû, û Dr. Mihemed Mukrî ew wergerandiye bo zimanê Frensî, ku paşê Bois xwendiye. Gotara duyem, bi sernavê “Rêbaza Ehlî Heq li Kurdistanê”, ji alîyê lêkoler Zîba Mîr Huseynî ye û bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsîn. Gotara sêyem, “Ravekirina Xewnan li nik Ehlî Heq” e. Dr. Mihemed Mukrî ev gotar bi zimanê Frensî nivîsîye. Gotara çarem, bi sernavê “Hêmaya Durê di Folklora Farisî û di nav Kurdên Ehlî Heq de” ye. Ev jî bi zimanê Frensî hatiye nivîsîn û nivîskarê wê jî Dr. M. Mukrî ye. Di dawîya vê gotarê de, Mukrî nêzîkî 415 malikên helbestî ji dastana Hacî Ni'metullah Mukrî yê Cêhûnî nivîsîne. Ev destana bi navê Şahnameya Heqîqet (Dîroka Şahên Rastîyê) tê zanîn, ku ji 11117 mal yên helbestî kêşsaz û bi rêzbendî pêk tê. Zimanê destanê Farisî ye, lê hin bêjeyên Kurdî jî bi şêwazê Goranî û Kirmanşahî ne. Gotara pêncem, bi sernavê “Bandora Çanda Îranîya Dêrîn li Rewşenbîrîya Olî ya Ehlî Heq” e. Nivîserê vê gotarê Islah Ebdulfettah e, ku herwisa wergêrê wan çar gotarên pêşîn e. Ew, gotarên yekem, sêyem û çarem ji zimanê Frensî, û ya duyem ji zimanê Îngilîzî, wergerandine ser zimanê Erebî.Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Deham Evdilfetah vir bitikînin
- Yazar:Deham Evdilfetah
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:134
- Yıl:2017
- ISBN:9786059295659
- Kategoriler:Folklor, Çand
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









