Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û…

  • Stok kodu:
  • SÎTV-94
  • ISBN:
  • 9786257734110
  • Kullanılabilirlik:
  • 21 stokta var
  • Çevirmen:
  • Muhsîn Ozdemîr
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 634
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€21.89
Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin. Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe. Berhema Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî agahiyên berfereh radigihîne. Ev berhem bi awayekî berfereh mijarên weke binemala Zerdeşt û peyrewên wî, wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş, fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt, fikir û ramanên Zerdeşt, nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de, felsefeya Ola Zerdeştî, jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve, başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de, yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî, Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî, di Ola Zerdeştiyê de firîşte, yezd, pirtûka Avesta û şerha wê , raborî û çîroka Avestayê, der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre. Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd deriyekî agahiyê ye. Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.