Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Dengbêj Huseyno ( Antolojiya Dengbêjan-3)-Ömer Güneş – İbrahim Şahin Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji…

  • Stok kodu:
  • NU-167
  • ISBN:
  • 9786059413978
  • Kullanılabilirlik:
  • 7 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 392
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€23.53

Dengbêj Huseyno ( Antolojiya Dengbêjan-3)-Ömer Güneş – İbrahim Şahin

Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne. Dengbêj Huseyno dibêje: “Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!” Wek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên  İbrahim Şahin vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Ömer Güneş vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.