Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2 - Ciltli - Ömer Güneş - İbrahim Şahin Dengbêjî, yek ji wan stûnên herî xurt yên zargotina Kurdî ye. Dengbêj, dema ku distirê, ne…
- Stok kodu:
- NUBIHAR0423
- ISBN:
- 9786059413435
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 624
- Yıl:
- 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €30.69 |
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2 - Ciltli - Ömer Güneş - İbrahim Şahin
Dengbêjî, yek ji wan stûnên herî xurt yên zargotina Kurdî ye. Dengbêj, dema ku distirê, ne tenê bi xweşiya dengê xwe, lê bi mijara kilama xwe, bi teşbîh û metaforên zimanê xwe, bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev taybetmendî dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û wê li ser textekî nû di zargotina Kurdî de dide rûniştandin. Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman dengbêj Şakiro ye. Şakiro, bi dengê xwe, terza vegotina xwe û hûnandina teşbîh û tabîrên xwe, navê xwe wek efsaneyekê nivîsîye. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de, bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan jî bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de. Ev berhema ku di destê we de ye, dikare wek xebata herî berfireh a heta îro ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn, were binavkirin. Di vê berhemê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin: 35 heb li ser serhildanê, 183 heb li ser evînê, 27 heb di derbarê şerên navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb di derbarê xwezayê de. Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê. Di vê berhema ku amadekirina wê zêdetirî 10 salan domand, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê wî ve hatine gotin, yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha, gelek peyv, nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin, hatine îzahkirin. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên İbrahim Şahin vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Ömer Güneş vir bitikînin- Yazar:İbrahim Şahin / Ömer Güneş
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:624
- Yıl:2025
- ISBN:9786059413435
- Kategoriler:Dengbêjî, Nûhatî, Biyografi
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









