Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Dewleta Cihûyan-Theodor Herzl “Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa.…

  • Stok kodu:
  • AVES-041
  • ISBN:
  • 9786257253154
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Çevirmen:
  • Fahriye Adsay
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 152
  • Yıl:
  • 2021
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.85

Dewleta Cihûyan-Theodor Herzl

“Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî, bêyî ku li ser bifikire, bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negre, li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya, dema li ser piyan bû, xwedirêjkirî, li kolanê, li ser maseyê, bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê fikrên wî ewqas bi hêrs ji wî derdiket ku tirsiya hişê xwe winda bike. Ew li ser wê fikrê nedixebitî. Fikir li ser wî dixebitî. Ji serî heta dawî bi sedeman nehatiba ravekirin, wê bibûya halisulasyon.” Alex Bein Herzl, Dewleta Cihûyan bi kelegermiyeke bêhizûr nivîsand. Sernava efsûnî ne tenê bi awayekî berfireh bala rewşenbîrên wê rojê kişand, kir ku cihû ji getoyên xwe derkevin û li ser rabirdû û qedera xwe bifikirin. Bi wan da hîskirin, dinyayek heye dibe ku wê ji bo doza xwe, ku heta niha ji biyaniyan re qal nedikirin, bi aliyê xwe ve bikşînin. Bi saya Herzl, cihû hîn bûn ji encamên tevgereke navneteweyî netirsin di daxwazkirina azadiya xwe ya neteweyî de. Piştî vê, bi rihetî qala Kongreya Siyonîst, fonên neteweyî, dibistanên neteweyî, al û sirûdeke neteweyî, û xilaskirina axa xwe kirin. Rûhê wan hat rizgarkirin û di warê fikrî de êdî di getoyan de nejiyan. Herzl ew fêr kirin ku xwe di quncikan de veneşêrin. Di Kongreya Yekemîn de got, “Tiştekî em bi dizî, bi midaxeleyên veşartî an rêbazên neyekser bikin tuneye. Em dixwazin meseleyê deynin holê û têxin bin kontrola raya giştî ya azad.” Ji niha şûn de cihû wê hokerên çalak bûna di doza xwe de û, ger bixwazin, tişta jê re digotin Dewleta Cihûyan wê êdî ne xewn lê realîte bûya.     Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Theodor Herzl vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.