Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî Şêx Şemsedîn, yek ji şairên edebiyata Kurdî ya qedîm e. Ew di dawiya sedsala 16an û destpêka sedsala 17an de jiyaye û di dîroka edebiyata Kurdî…
- Stok kodu:
- NU-070
- ISBN:
- 9786055053604
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- Şêx Şemsedînê Exlatî
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 190
- Yıl:
- 2015
- Kategoriler:
- Klasîkên Kurdî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €19.12 |
Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî
Şêx Şemsedîn, yek ji şairên edebiyata Kurdî ya qedîm e. Ew di dawiya sedsala 16an û destpêka sedsala 17an de jiyaye û di dîroka edebiyata Kurdî de wekî yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye tê naskirin. Helbestên wî bi giranî li ser ‘işqê îlahî, tesewuf û xelwet rawestîne. Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala 1588an de li navçeya Exlatê (ku îro li ser Bedlîsê ye) ji dayik bûye. Ji ber şerên di navbera Dewleta Osmanî û Sefewiyan de, ji Exlatê ber bi çiyayên Oremarê koçber bûye. Piştî çend salan jî ji Oremarê gihîştiye Birîfkan û li wir bi cî bûye. Perwerdeya xwe bi giranî li cem kesên ji malbata xwe standiye. Ew di sala 1674an de, di 86 saliya xwe de, li gundê Birîfkan ku li ser bajarê Dihokê ye, wefat kiriye û li wir hatiye definandin. Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e, lê heta niha wek wan bi têkûz nehatiye nasîn. Tevî vê yekê, cihê wî di edebiyata Kurdî de pir girîng e. Di helbestên wî de jiyana gundewarî, siruşt û rûmeta welatê bi awayekî zelal tê dîtin. Ji hêla nirxandina edebî ve, wî ziman û qalibên xwe yên serbixwe ava kirine û sentaksên nû çêkirine. Ziman û felsefeya dîwana wî taybet bi wî ne. Bawerîya wî bi fikra wahdetu’l-wucûdê di hemû helbestên wî de bi eşkere tê xuyakirin. Helbestên wî pir rewan û herikbar in, xwîner bi xwe re diherikînin û derûnê mirov di nav ‘işq û xemê de digirin. Wî bi şê‘rên xwe derdê ‘işqê wekî navenda jiyanê nîşan daye û ev taybetî wî ji gelek şairên din cuda dike. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Şêx Şemsedînê Exlatî vir bitikînin- Yazar:Şêx Şemsedînê Exlatî
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:190
- Yıl:2015
- ISBN:9786055053604
- Kategoriler:Klasîkên Kurdî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









