Du Zeylên Şerefnameya Bedlîsî Teksên farisî û tirkî û wergerên yên Kurdîya Kurmancî-Ziya Avcı Gera çend salên min li pey destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî di kitêbxaneyên Brîtanyayê û cîhanê de –…
- Stok kodu:
- peywend0227
- ISBN:
- 9786256963863
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Ziya Avcı
- Yayınevi:
- Peywend Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 76
- Yıl:
- 2024
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €7.99 |
Du Zeylên Şerefnameya Bedlîsî Teksên farisî û tirkî û wergerên yên Kurdîya Kurmancî-Ziya Avcı
Gera çend salên min li pey destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî di kitêbxaneyên Brîtanyayê û cîhanê de – çi rastê rast min û çi jî bi rêya katalogên kitêbxaneyên Rojhilatê re, ez gihandim wê neticeyê ku ez wan zanyarîyên li ser 41 destnivîsên şahkarê Şeref Xan, ku min bi dest xistine, berhev bikim û di kitêbekê de biweşînim. Di midetê wê ger û lêgerînê de ez tê gihiştim ku bi kêmasî du zeyl/pêvek ji bo Şerefnameyê hatine nivîsandin, ku ji alîyê Mîrza Mehmûdê Baneyî û Fereculla Zekî el-Kurdî ve hatine nivîsandin, cihê ne û xelkekî kêm nebe kesek jê agahdar nebûye. Ez xwedî bext û talihî bûm ku ew herdu zeyl bi destê min ketin û ez wan biweşînim: Zeyla yekem: Kesekî navê wî Şem'î nivîsandîye, ku 82 sal piştî nivîsandina Şerefnameyê, kitêbê wergerandîye ser tirkî û Dîroka Şeref Xan, di behsa mîrên Egilê/Gêlê û Paluyê de, heta serdema xwe anîye. Zeyla duyem: Mihemed Îbrahîmê Erdelanî ji bo Emanulla Xanê Erdelanî nivîsandîya û li ser wê nûsxeya [Şerefnameyê] zêde kirîye ku Xan wê diyarî daye Sir John Malcolm ê yekemin nûnerê siyasî yê Brîtanyayê yê Îranê. Midetê dîroka vê zeylê 320 sal e. Li vir dê wergerên herdu zeylan ên kurdî bikevin li ber çavê xwendevanan. Ji bo hemû berhemên Weşanên Peywend vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Zîya Avci vir bitikînin- Yazar:Ziya Avcı
- Yayınevi:Peywend Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:76
- Yıl:2024
- ISBN:9786256963863
- Kategoriler:Nûhatî, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









