Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Gûzereş-Omer Dilsoz Berê nivîs hebû!.. Ev demekê bû ku hizrên wî bi dilê wî diçûn.Aya, hevîrtirşê nivîskaran bi axa mirovan vestirîye?An jî mirov tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe…

  • Stok kodu:
  • PEYWEND178
  • ISBN:
  • 9786257568722
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 261
  • Yıl:
  • 2022
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€15.29

Gûzereş-Omer Dilsoz

Berê nivîs hebû!.. Ev demekê bû ku hizrên wî bi dilê wî diçûn.
Aya, hevîrtirşê nivîskaran bi axa mirovan vestirîye?
An jî mirov tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike?
Pirsan ew xistibû gêjevankê. Wisa bû, heçku aqil û sewda li derekê winda bûn — belkî jî jibîr — heta ku wê nebîne, ti hedra wî nebe.
Tebat û sebat nedike heta ew birûskek jê re jenî. Ew roja kelegerm e. Ev demeke dirêj e. Hoşeng ji xwe re gazinan dike:
Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt?
Bo çi dengên ruh û dilê wî, wekî reşreşokên şevê,
di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wek hestiyekê dikojin? "Bo çi?" dibû giloka pirsan, li teşiya hişê wî dialiya.
Her çendî dirêj bû, ta û ben jêk netînane derê.
Bo dilê xwe digot:
"Tu jî heq î dilo, tu jî. Tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî..." Tunebê, di kûrahiyan de, li kevî û perrên dilê wî,
çizirînên kewgirtî birûsk vedida, wekî pîvok û berfînê,
li destê biharê.
Çawa bi tîna rojê dihese, dizane ku êdî wext e bibişkive.
Wî jî, di van çaledizên nepenî yên dilê xwe de,
hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye.
delîvek lê vebe, ji nişkê ve, ji ta û werîsê,
kamkojiya rojê, bi bêhnfetisoka derûnê.
Dilê wî wekî kanîbihariyekê,
bi heyteholekê boş bizê,
bi ser ruhê wî de,
avsarkên tezî biherikîne. Wî hest pê dikir:
"Dengên nivîsê min li ber hilatinê ne."
Welê, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne.
zîro û zîwanên berçimka dilê wî,
bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.   Ji bo hemû berhemên Weşanên Peywend vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Omer Dilsoz vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.