Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Hefsar-Hesenê Metê "Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê…

  • Stok kodu:
  • PEXWEND-001
  • ISBN:
  • 9786058160828
  • Kullanılabilirlik:
  • 10 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 96
  • Yıl:
  • 2016
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€6.99

Hefsar-Hesenê Metê

"Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye. De ev çi ye ji bona Xwedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsandin e ku ez pê ve hatime girêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim... bi gotinên pûç û vala! Dibe ku anuha... tiştê ku anuha min û jiyanê bi hev ve girê dide û bi hev ve disekinîne ev e, ev çend gotinên min in ku ez dinivîsim: gotinên ku êş û giraniyê li min germ dikin, gotinên ku ez nizanim nav û formekê bidimê, gotinên ku êdî ji hêza xwe ketine û maneyên xwe wenda kirine. De ka ev gotin bi kêrî çi tên û ji çiyê xwe re vebêjim. Ma kî ê ji van gotinan marîfetekê derxe û pê kêfxweş bibe? Kî ê ji êşa kesekî din lezetekê werbigire? Na, ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne, Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir... bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim, ez ê çîrokê dirêj nekim. Ez ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim." (Ji romanê)
      Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Hesenê Metê vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.