Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne. Huner çiqilekî herî girîng û…
- Stok kodu:
- NA132
- ISBN:
- 9786257085878
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yayınevi:
- Weşanên NA
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 90
- Yıl:
- 2023
30 Days
We're here to help
Total | €7.88 |
Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne. Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim. Hêjayî gotinê ye ku ev kar û xebata me ne bi hesanî bû. Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên Kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim. Çima ne hêsanî bû? Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wek nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya ``Meryem Xanê`` gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cûdawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.
Mixabin qelsbûn û lawaziya jêder û çavkaniyan li ser van find û şemalan ez pir xemgîn û dilşikestî dihiştim û ji min re diyar dibûn ku em Kurd pir belengaz û bêxwedî ne. Lê tevlî van astengiyan bê hêvî nemam û min kar û xebata xwe domand. Ta di jiyana wan a taybet, civakî û hunerî de çend çirûkên ronahiyê vêxistin. Ev xelekan bi zimanê Kurdî û `Erebî di kovar, rojname û malperên `Erebî û Kurdî de ji sala 2006an ve hatine weşandin. Malpera Sema yekem car bi tevahiya weşandine. Di vê pirtûkê de min rêzkirina xelekan û navê dengbêjan li gor temenê wan danîne. Ez dixwazim erê bikim kû ev çapa duyamîn e ji pirtûkê, piştî ku min navên çend dengbêjên dî li pirtûkê zêdekiriye û hin agahî û zanyariyên nû li ser wan deynane û serrast kiriye. Çapa yekem 2019z- 2631k di çapxaniya SerSera ji aliyê Dr. Beşar Mustefa hatiye çapkirin û weşandin. Hêjayî gotinê ye ku min bi dest vî karî ji sala 1990 ê ve kiriye heta niha. Ev çapa duyamîn e .
Narîn Omer Seyfedîn
- Yayınevi:Weşanên NA
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:90
- Yıl:2023
- ISBN:9786257085878
- Kategoriler:Hûner, Mûzîk, Lêkolîn, Jin
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









