Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Kitêba Cilwe- Mishefa Reş Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye, ku tekstên xwe yên pîroz bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ku ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne, ku li mala êzdiyekî…

  • Stok kodu:
  • avesta630
  • ISBN:
  • 9786258383928
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Yıl:
  • 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€7.98

Kitêba Cilwe- Mishefa Reş 

Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye, ku tekstên xwe yên pîroz bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ku ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne, ku li mala êzdiyekî veşartî ye an jî winda bûye.

Kitêbên Pîroz û Kevneşopê Êzdiyan

Ji 1880yan vir ve, kopiyên du deqên pîroz bi erebî belav bûn. Anastase-Marie, ku yekem car Kitêbên Pîroz ên êzdiyatiyê yên ‘resen’ çap kirine, di 1911an de nivîsandiye ku di kitêbxane’ya Lalişê de qutiyek hesinî dîtiye. Ev qutiya girîng tê de orjînalên Kitêbên Pîroz ên êzdiyatiyê parastî bûn. Wan wek kitêbên 33x22x7 cm, li ser çermê xezalê nivîsandî tarîf dike. Sê mifteyên qutiyê hebûye:
  • Yek bi Mîrê êzdî,
  • Yek bi Mîrê Şêxan,
  • Yek jî bi serkirdeyên Lalişê û kitêbxaneya wê.
Tenê ev sê kes destûra wan heye ku salê du caran kitêban vekin û wan bixwînin.

Anastase-Marie û Pêşgotina Kitêbên Êzdiyan

Kitêbxanevanekî êzdî dûre ev kitêb dane wê. Berî bimre, ji Anastase re gotiye ku kitêbên êzdiyatiyê di eslê xwe de bi kurdî hatine nivîsandin û bi wehiyeke ji Xwedê bo êzdiyan hatine şandin. Wî jî îdia kiriye ku kitêb di qutiyeke ji dara gûzê de, di şikefteke li Şingalê binaxkirî de bûye û dûre ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin. Li gor wî, Cilvê li ser çermê tenîk ê pezkuviyê rûpelên parşomen, Mishefa Reş jî li ser ruloyên parşomen ên çermê pezkuviyê hatiye nivîsandin.

Kitêbên Winda û Berhevoka Nû

Di vê berhevokê de em didin ser şopa van kitêbên winda, ligel nivîseke Xanna Omerxalî, ku vê mijarê ronî dike. Me cih daye wergera "Kitêba Cilwe", "Mishefa Reş" û "Nivêjên Êzîdiyan", ku di 1933yan de di nav weşanên Hawarê de çap bûye.
  Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.