Kultur û Neteweperwerî-Refîq Sabir Neteweperweriya Kurdî, îro xwedî projeyekî jêkdabirî, beş bi beş, ji hev cuda û bi taybetiyên herêmgerî ye. Ev neteweperwerî, ji destpêkê ve, li nav cografyayekî civakî…
- Stok kodu:
- SPDOZ0141
- ISBN:
- 9786259628073
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Refîq Sabir
- Yayınevi:
- Doz Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 160
- Yıl:
- 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €16.89 |
Kultur û Neteweperwerî-Refîq Sabir
Neteweperweriya Kurdî, îro xwedî projeyekî jêkdabirî, beş bi beş, ji hev cuda û bi taybetiyên herêmgerî ye. Ev neteweperwerî, ji destpêkê ve, li nav cografyayekî civakî û siyasî yê jêkdabirî, lawaz û bi wêranîya kulturî re rûbirû bûye. Neteweperweriya Kurdî, bereksê neteweperweriyên Ereb, Fars û Tirk, samaneke mezin a fikrî û siyasî tunebû ku bi wê binemayekî epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe biafirîne. Ji ber vê yekê, nekarî pêwendiya “xwe” û “wî” bi awayekî rêkûpêk vekole û diyardeyên dewrûberan bi şêweyekî derbasdar têbigihîje. Her weha, nekarî keleheke fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya Kurdî, ji ber şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştinê nekarî sîstemeke fikrî-îdeolojîk û epîstemolojiyeke taybet ji bo xwe hilberîne. Ev sîstem dikaribû ku xwe, pêwendiyên bi “ên din” û “wî” re, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike. Lê li şûna vê yekê, her tim hewl da ku xwe li gor neteweperweriyên serdest biguncîne. Di encamê de, neteweperweriya Kurdî, di hemû qadên xwe de, çavlidestî neteweperweriya neteweyên serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan, ku berhema ezmûna civakên wan bû, hinek çemk û tovên (toximên) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne. Min berê, di çend kitêb û nivîsarên din de, îşaret bi neteweperweriya Kurdî kiribû. Ev kitêba berdest, bi awayekî girîng, behsa xwe li ser vê mijarê dike û di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Armanca vê xebatê ev e ku ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya Kurdî, bi taybetî jî di pêwendiyê de bi kultura Kurdî re. Ji bo hemû berhemên Doz Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Refîq Sabir vir bitikînin- Yazar:Refîq Sabir
- Yayınevi:Doz Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:160
- Yıl:2025
- ISBN:9786259628073
- Kategoriler:Dîrok, Nûhatî, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









