Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de…

  • Stok kodu:
  • AVES-062
  • ISBN:
  • 9786052246627
  • Kullanılabilirlik:
  • 5 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 136
  • Yıl:
  • 2019
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€9.75
Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye. Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn. Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar, çarçove, rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.