Melayê Cizîrî - Jiyan û Tesîra Edebî Şerha Xezelên Bijartî-Ayhan Tek Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt”…
- Stok kodu:
- NU-153
- ISBN:
- 9786059413527
- Kullanılabilirlik:
- 8 stokta var
- Yazar:
- Ayhan Tek
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 160
- Yıl:
- 2019
- Kategoriler:
- Klasîkên Kurdî,
- Lêkolîn
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €17.29 |
Melayê Cizîrî - Jiyan û Tesîra Edebî Şerha Xezelên Bijartî-Ayhan Tek
Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt” bi nav dike. Di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyata serdest kêmtir nabîne. Herwisa di warê manewiyatê de jî xwe li gor sofiyên pêşîn li meqamên bilindtir dibîne. Ji ber vê yekê ew xwe “pîrê ‘eşqê” tê binavkirin. Melayê Cizîrî, di nav şarih, şair û mutesewwifên Kurd de cîheke pir girîng digire. Di hafizeya Kurdan de ew wekî yek ji sofî û şairên meşhûr hatî parastin. Bi vê awayî, di tarîxa edebiyata Kurdî de tesîra wî bi aşkerayî dihête dîtin. Bi taybetî di edebiyata Kurdî ya klasîk de, ji aliyê gelek şairan ve nezîre û texmîs li ser şi’rên wî hatine nivîsîn. Herwisa gelek pispor jî hewl dane ku Dîwana Melayê Cizîrî şerh bikin û şi’rên wî bidine fêmkirin. Dîwana Melayê Cizîrî, hem ji aliyê vegotina estetîk û hem jî ji aliyê hêza edebî û reqabeta kanonîk, berhemeke pir giranbiha ye. Ji ber vê yekê, fêmkirina vê dîwanê û fêmkirina tesîra wî li ser şairên paşê, ji bo nasîna kanona edebiyata klasîk girîng e. Lê belê, fêmkirina metneke klasîk wekî vê dîwanê pisporiyê û zanînên taybet dixwaze. Çimkî Dîwan metneke kûr û gelemperî ye ku bi hunerên edebî hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê jî, şerhên li ser Dîwanê rêya lêkolîner û xwendevanên serdema me ronî dikin. Lê her çiqas ev şerh giranbiha bin jî, pir caran ji nêrîna û têgeheştina modern dûr in. Di vê çarçoveyê de, armanca vê xebatê ew e ku bi rêbazeke zanistî, Melayê Cizîrî, tesîra wî û şerhên li ser Dîwana wî hatine nivîsandin bi awayekî tevahî bêne nasîn. Bi vî rêbazî dê bê dîtin ka heta îro li ser fêmkirina Dîwanê çawa lîteraturek hatiye çêkirin. Di vê xebatê de, li gor nerîta şi’ra klasîk, çend xezelên bijartî hatine şerhkirin. Bi vê yekê jî, xwendevan dikare bibîne ka modeleke şerhê çawa hatiye pêşniyarkirin. Herwisa ev berhem, awayê xwendin û fêmkirina şi’ra klasîk bi awayekî zelal û hêsan nîşan dide. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Ayhan Tek vir bitikînin- Yazar:Ayhan Tek
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:160
- Yıl:2019
- ISBN:9786059413527
- Kategoriler:Klasîkên Kurdî, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









