Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê…
- Stok kodu:
- ARYEN79
- ISBN:
- 9786057320070
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Arjen Erez
- Yayınevi:
- Aryen Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 424
- Yıl:
- 2023
- Kategoriler:
- Roman
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €18.15 |
Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê çend sobeyên ku hêj dişixulîn, bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû. Bêdengiyeke ku bi giraniya şevê tîr bûbû, li ser reşahiya şevê rûniştibû. Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev bêdengî diqelişand, lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê nedikir. Di nava vê bêdengiyê de, şevê di hembêza xwe de tevgereke biraz vedişart. Ji xeynî Enoyê Dîn, haya kesî ji vê yekê tune bû. Eno, xwe di tariya goşeyê dîwarê mala Xalîs de telandibû û şev û tevgera di nava şevê de guhdarî dikir. Ev şev, şeveke ji rêzê nebû; ew bi çalakiyeke resen ducanî bû. Zayîna şevê dê ji bo dîroka gund çi bianiya, Enoyê Dîn jî tê de kesî pê nizanîbû.
- Yazar:Arjen Erez
- Yayınevi:Aryen Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:424
- Yıl:2023
- ISBN:9786057320070
- Kategoriler:Roman
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









