Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Mizgîna Azadiyê-Mele Îmadeddîn Gurdilî Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933an de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqînê hatiye dinyayê. Bavê wî ji gundê Kirîva yê Gurdilana Sêrtê hatiye;…

  • Stok kodu:
  • NUBIHAR0401
  • ISBN:
  • 9786256605848
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 152
  • Yıl:
  • 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€12.65

Mizgîna Azadiyê-Mele Îmadeddîn Gurdilî

Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933an de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqînê hatiye dinyayê. Bavê wî ji gundê KirîvaGurdilana Sêrtê hatiye; lewma mexlesa wî ya helbestî “Gurdilî” ye. Li medreseyên Kurdistanê ji gelek seydayên hêja ders wergirtiye. Di sala 1960î de ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtiye. Nêzîkî 20 salan (1959–1978) li gundê AqûbaBismilê (ku niha li ser Batmanê ye) melatî kiriye. Paşê çûye Diyarbekirê û êdî li wir di wezareta avadanîyê de xebitiye. Di sala 2020an de wefat kiriye. Eşqa welatê, di dema feqîtiya wî de, bi tesîra şê‘rên Cîgerxwîn pê re çêbûye. Lê bi taybetî têkoşîna Mela Mustefa Barzanî û hevalên wî, fikr û hestên wî yên netewî geş û gurr kirine. Di sala 1958yê de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Ji bilî xebatên hunerî û ilmî, xebatên siyasî jî kiriye; di sala 1965an de, gava ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyê ava bûye, ew bûye endam û digel çar hevalên xwe şaxa Partiyê ya Batmanê vekiriye. Seydayê Gurdilî, helbestên xwe bi wezîn hûnandine. Ew xwe di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj dibîne. Wî li ser babetên cûrbicûr helbest nivîsandine: li ser têkoşîn û doza netewî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîng ên civakî, li ser karesatên bi ser miletê Kurd ve hatî, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û hwd. Dîwana wî ya yekem, bi navê Banga Yekîtî bo Azadî, di sala 2012an de li weşanxaneya Nûbiharê weşiyaye. Ev kitêba li ber destê we ya bi navê “Mizgîniya Azadî”dîwana wî ya duyem e.   Ji bo hemû berhemên  Nûbihar Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mele Îmadeddîn Gurdilî vir bitikînin
 

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.