Welatekê jê direvin û ji bo vedigerin Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê…
- Stok kodu:
- NA150
- ISBN:
- 9786259951560
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yayınevi:
- Weşanên NA
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 146
- Yıl:
- 2023
30 Days
We're here to help
Total | €7.59 |
Welatekê jê direvin û ji bo vedigerin
Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine nivîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nasnavê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye”, ji ber ku di pirosa xwendinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pêvajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwendin pencerek be ji bo bazdanê ji ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.
Reng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya jiyanewer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejmara rûpelan û dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne rêzkirin bi xwe ve digire.
Li gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî pêdivî bi romaniv
- Yayınevi:Weşanên NA
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:146
- Yıl:2023
- ISBN:9786259951560
- Kategoriler:Roman, Nûhatî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









