Otobês-Ciwanmerd Kulek “Dema min ew nivîsand, navekî wê yê dîku min lê kiribûLi Pişt Behrên Dûr bû. Li paytexta welatekî giravî (dorgeyî) ku ne tenê bi behrên bê ser û dawî,…
- Stok kodu:
- AVES-142
- ISBN:
- 9786059082334
- Kullanılabilirlik:
- 5 stokta var
- Yazar:
- Ciwanmerd Kulek
- Yayınevi:
- Avesta Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 208
- Yıl:
- 2015
- Kategoriler:
- Roman
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €14.51 |
Otobês-Ciwanmerd Kulek
“Dema min ew nivîsand, navekî wê yê dîku min lê kiribûLi Pişt Behrên Dûr bû. Li paytexta welatekî giravî (dorgeyî) ku ne tenê bi behrên bê ser û dawî, bi hal û hewalên xwe jî li derveyî dîrokê mabû û ji cîhanê qetiyabû, çîrok û serpêhatiyên têvel bi formên xwe yên têvel tevnek raçandibûn. Li ber çîrokû meseleya giştî û serdest a banî a li vî welatî evan take-hikayetên xweser çawa dikaribûn hebûnan, bi destpêk û dawiyên xwe li navendeke gerîde û bê teqezî bigunciyanan? Di maweyeke ku her roj gelekên me bi vî rengî serf dikin de, di ciyekî ku insanên herî dûrî hev nêzîkî hev dibin, li ciyekî ku di bêtemasiyê de temasek, di temasekê de jevcudabûnek pêk dihat û evêya bi ger dixist de, qehremanên min dihatin ba hev û her yekî ji tûrikê xwe tiştek derdixist. Otobêsa ku her yek ji qonaxekê lê siwar dibû-mîna ku ji ciyekî dest bi çîroka xwe bike- û li qonaxeke dî dadiket –mîna ku çîroka wî li ciyek yan demeke dîtir biqede- vediguherî gundên hebûn, veguhestin û tenêtiya mirovên serdema hevçerx, mîna cihê honak û tevna jiyana mirovên îro. Her parçeyekedi vê kitêbê de mîna her paldankek û her rêwiyekî nêzîkî hev e û bêhna hevdu dike, tevî kudi heman demê de ewqasî jî dûr î hev e, ji hev diqete. Sercema paldank û rêwiyan çiqas otobês bi xwe bin û çiqas ji wê kêmtir yan wêdetir bin, çîrokên wan jî ewqasî di bin hukm û rista du vegotinan dene, ku yek a miriyekî û yek a zarokekî ye û herdu jî bi mezinî û biçûkatiya xwe reng ji hevdu vedidin. Di dawiya dawî de waqi‘e ne ewqasî dûr, belkî ji hemû behrên cîhanê nêzîktirî Kurdistanê ye. Ez di vê baweriyê de me ku evê çap û versiyona nû a Otobêsê, a ku bi rêtûş û revizyonên nû hatiye bihêzkirin, dêrengînî, dewlemendî û têveliya vê kitêbê careke dî û ji berê xurttir derxe meydanê.” Avesta, di çarçoveya ji nû ve çapkirina hemû berhemên Ciwanmerd Kulek de, evê berhema ku tekeziyeke dîtir dike li ser navend û peywendê di hunera romanê de, bi şanazî pêşkêşî xwendevanên Kurdî dike.- Yazar:Ciwanmerd Kulek
- Yayınevi:Avesta Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:208
- Yıl:2015
- ISBN:9786059082334
- Kategoriler:Roman
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









