Pilingê Serhedê-Pilingê Serhedê “Erê law, wan pir jêhatî bûn. Bi dû talan û talankeran neketin; mîna pilinga pêşiya wan birrîn û Şemir pêrîşan kirin.” “Ero çend mirî ji wan hebûn?”…
- Stok kodu:
- ELMA05
- ISBN:
- 9789758794355
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- Eyüp Kıran
- Yayınevi:
- Elma Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 245
- Yıl:
- 2005
- Kategoriler:
- Roman
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €23.36 |
Pilingê Serhedê-Pilingê Serhedê
“Erê law, wan pir jêhatî bûn. Bi dû talan û talankeran neketin; mîna pilinga pêşiya wan birrîn û Şemir pêrîşan kirin.” “Ero çend mirî ji wan hebûn?” “Wele min heft jimartin. Êdî dest û pî ranedibûn, stû li ser nedidilîn, li ser hespa girêdabûn.” “Nezîkî neh–deh kes jî birîndar bûn. Hinekan newqên xwe girtibûn, hinekan ser û piyên xwe. Saya Serhediya Şemiran dîsa vala vegeriyan, tiliya wan tazî di devê wan de ma. Xwedê Serhediyan wan mîna Xoce Xizir bi ser me de şandin.” Ji hêlekê de, ji hêla Zeynel ve xwarin ji wan re dihate çêkirin û cemaata wan her ku diçû geş dibû. Şêniyan dixwest Zeynel Efendî û hevalên wî bibînin. Peyayekî xûz, qubura bilûrekê li piştê, bi gopal dimeşiya, serê xwe radikir, mêze dikir û dihat. Milan wî nas kirin û gotin: “Wele, Kerrê Dêrikê tê.”Kerro hat, li cemaatê mêze kir, solê xwe derxist, derket ser kulêv, rûnişt, gopalê xwe da ber xwe, serê xwe jî kir ber xwe. Hinekî xwêdan dabû, bi guçê çefya xwe rûyê xwe vemalt. Guhên Kerro giran bûn, lê kê çi bigota, ew ji lêvên wan fêm dikir. Li cemaatê her kes pê re dikeniya û halê wî dipirsî; ew jî bersiva giştan dida. Husênê Pîrê jê pirs kir û got: “Kerro, tu dizanî ev mêvanê me kî ye?”
Kerro lê mêze kir, hinekî sekinî û got: “Erê, ez dizanim ew kî ye. Ew pilingê Serhedê ye, lokê sor e; Zeynel Efendî ye, bavê Elî Heyder e.” Ji bo hemû berhemên Elma Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Eyüp Kıran vir bitikînin
- Yazar:Eyüp Kıran
- Yayınevi:Elma Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:245
- Yıl:2005
- ISBN:9789758794355
- Kategoriler:Roman
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









