Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Qal-Hesen İldiz R. Baran, li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê, di sala 1991an de hatiye dinê. Faqulteya Tibbê ya Cerrahpaşayê li Stenbolê qedandiye û niha li Berlînê dijî. Berhema wî ya…

  • Stok kodu:
  • PEYWEND-049
  • ISBN:
  • 9786058072923
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 128
  • Yıl:
  • 2015
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€13.48

Qal-Hesen İldiz

R. Baran, li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê, di sala 1991an de hatiye dinê. Faqulteya Tibbê ya Cerrahpaşayê li Stenbolê qedandiye û niha li Berlînê dijî. Berhema wî ya ewilî, Tirspîvan (çîrok), di sala 2015an de, di nav weşanên Belkîyê de derketiye. R. Baran di edebiyata kurdî ya modern de ji wan kêm dengên ku bi hestên egzîstenyal xwe rê li kolanên evînê, rabirdûyê û bajarê xwe dikin. Di nivîsên wî de bajar, mirin û evîn, mîna hêlekanekê, di nav hebûn û tunebûnê de têne û diçine.
Ez ditirsiyam. Ditirsiyam ku rojekê ev pirsên min ji bêbersiviyê winda bibin. Ev pirsên ku piştî windakirina her tiştî, wekî modikek ji hebûna min, di destê min de mabûn, min nedixwest wan bişkênim. Loma min got: “Carna mirov dibetile.”
Mirov hewl dide, bo her tiştî têdikoşe (lê herî zêde ji bo xwe), lê rojekê gava ku li dû xwe dinêre, bêhêzî û bêqewetbûna xwe dibîne. Piştî demekê, mirov aramî dixwaze; aramî… ango dixwaze xwe wek pelekî payizê, serxweş li ber bayekî bêdeng, bihêle û biçe. Berê bayê ku ji devê wê derketibû, bi vî alî bû û ez jî bi vî alî ve virvirandim. Wê got: “Em bizewicin.”
Min got: “Tu çawa dixwazî, ji bo min ne mesele ye.”   Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Hesen İldiz vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.