Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Razên Şîn-Veysi Ülgen “Bajar, tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min…

  • Stok kodu:
  • JJ-83
  • ISBN:
  • 9786057957658
  • Kullanılabilirlik:
  • 3 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 240
  • Yıl:
  • 2019
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€16.99

Razên Şîn-Veysi Ülgen

“Bajar, tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî, şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim. Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan?” Bajar wek ku dihejike. Çavên xwe digire, guhdar dike. “Erê keça delal. Ez bi dengê veşarî bibêjim çi? Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin. Ez bi makîneyan, çekan, tanqan pelçiqandim. Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da. Darên min şewitandin, hewşên min xera kirin. Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê. Bêhna mirinê ket nav kuçeyan. Hinek reviyan, hinek mirin, hinekan bê çek şer kirin. Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû, bi ser dîrokê de weşiya. Ewên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan. Zarokên min sêwî, bûk bê mêr, mêr bêkês bûn. Hinekan ez zû ji bîr kirim. Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin. Dîroka me ya hezar salan şewitîbû. Lê jin, mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin, êdî qet xema min nîn e. Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin. Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin. Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê. Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin. Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane.”   Ji bo hemû berhemên   J&J Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Veysi Ülgen vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.