Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

"Mîr hebûn, Zana bûnÛsif hebûn, Mîrzan bûnBelê, Xwedîyên sebirê bûnÛ pê bûne Mîrên Misirê...Ji bo xatirê Gul'an û Mîrzan'an" Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana…

  • Stok kodu:
  • LIS-166
  • ISBN:
  • 9786054497782
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Sayfa:
  • 176
  • Yıl:
  • 2014
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€17.86

Sefernameya Hezar û Yek Fersengî-Fatih Aydın

"Mîr hebûn, Zana bûn, Ûsif hebûn, Mîrzan bûn. Belê, Xwedîyên sebirê bûn û pê bûne Mîrên Misirê... Ji bo xatirê Gul’an û Mîrzan’an." Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn. Li ser rûyê esmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn. Wekî Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê esmên dida dû şopa hev. Li ser rûyê esmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşana yên li ser rûyê erdê dida. Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîtîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn. Ava wê mîna ku li pey aşiqê xwe be, bêsekin, bêqerar û bêvêsîn bû. Li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Tofanên ku li ser rûyê erdê radibin, ava xwe digihînin ser rûyê esmên; ava xwe digihînin erş û elayê radibûn. Bajar û şaristanîtî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê. Sedsala 12’an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê esmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin. Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.   Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Fatih Aydın vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.