Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Sîber-Wezîrê Eşo Sîber keçeke bedew û bi xeml û xêz, bi tore û xwende li gundekî kurdan li Ermenistanê dijî. Dibe mirada hemû xortên gund. Lê ji ber cudahiya wê…

  • Stok kodu:
  • LIS-138
  • ISBN:
  • 9786059295017
  • Kullanılabilirlik:
  • 4 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 153
  • Yıl:
  • 2016
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€10.67

Sîber-Wezîrê Eşo

Sîber keçeke bedew û bi xeml û xêz, bi tore û xwende li gundekî kurdan li Ermenistanê dijî. Dibe mirada hemû xortên gund. Lê ji ber cudahiya wê ji keçên din, kes cesaret nake here xwazgîniya Sîberê. "Sîber" dide xuyakirin ku pir caran bedewî – ya rûhî û fîzîkî- dikare çi bêtarê bîne serê xwediyê xwe, nexasim dema ew bedewî wek nêçîrekê bikeve xefkê û bibe dîla destê kesên nezan û neyarên zanîn û bedewiyê. “Na û –Sîber ev yek li xwe mukur nehat, – ez ê çima xwe ji we vedizim, xwe li we nekim xwedî? Qey qîza tîyê min a mezin bûye. Ez hema hê ji derve têm, ez ê çima wisa bikim? – Sîberê gote dê û piştî demeke kin bi guherandina awaz û tona axaftina xwe babeta gilî û gotinan jî da guherandin û ji dê re got: –Terka van gotinên xwe, vê şubha xwe bide û ji min re behsa xwişk û birayên min, heval û hogirên min, gundîyên me bike, bibêje, kanî di gundê me de qe çi heye, çi tune ye, çi qewimandinên teze di gund de çê bûne, kî behsa min dike?” Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; di romana xwe Sîber de adet, tore, govend û dîlan, cil û bergên û nerînên Kurdên Ermenistan û Gurcistan û Sovyeta Berê û li ber çavên me radixîne. Herwiha siruşta wir a qeşeng nîşanî me dide û dîrokeke li ber nemanê tomar dike û ji windabûnê diparêze.             Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Wezirê Eşo vir bitikînin  

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.