Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta nuha wergeriyaye 54 zimanan.
- Stok kodu:
- RUPEL-22
- ISBN:
- 9786058487796
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Hermann Hesse
- Yayınevi:
- Rûpel Yayınları
- Çevirmen:
- Huseyîn Kartal
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 118
- Kategoriler:
- Roman
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €8.20 |
Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta nuha wergeriyaye 54 zimanan.
Siddhartha bi salan wekî pirtûkeka pîroz ji destê xwendevanan neket. Gelo sedema wê çi bû?
Siddhartha ji bo xwendevanan bangewazîya avakirina jiyaneka nû dikir. Hesse di Siddharthayê de mîstîsîzma rojavayê payebilind dike û salên ewil a jiyana Buddha bi şêwazeka helbestî vedibêje: ‘‘Siddhartha rizgarbûna min a ji ramana hindî û azadbûna min e, rêya min a xelasbûna ji hemû dogmayan ez birim ber bi Siddharthayê ve; heta dawîya jiyana xwe jî ez ê di vê rêyê de bimeşim.... Di vê pirtûkê de min hewl da ku xalên hevbeş ên hemû ol û bawerîyên hevbeş ên hemû merivan û nirxên ku ji alîyê hemû kesan û hemû neteweyan ve bên pejirandin dest nîşan bikim”
Siddhartha dixwaze bigihîje agahîya rastin û bibe Buddha. Ji ber vê ji malbata xwe ya esilzade vediqete tevlî çîlekêşan (samanan:parsekan) dibe. Gelo ev lêgerîna wî dê bigihîje kîjan encamê?
Hesse bersiva vê pirsê dide:
‘‘Meriv dikare agahîyê veguhezîne kesekî/ê, lê aqilmendîyê na. Aqilmendî dikare bê kifşkirin, aqilmendî dikare were jiyîn, aqilmendî dikare merivan payebilind bike, aqilmendî dikare mucîzeyan derxîne holê lê aqilmendî nikare bê vegotin û fêrkirin.“
Ev pirtûka hêja ya Hermann Hesse ya bi efsûnan xemilandî, cara pêşî ye ji alî Weşanxaneya Rûpelê, bi kurdîya rewan a Huseyîn Kartal derdikeve ronahîyê û kitêbxaneya kurdî bi vê berhema bêhemba dewlemendtir dibe.
- Yazar:Hermann Hesse
- Yayınevi:Rûpel Yayınları
- Çevirmen:Huseyîn Kartal
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:118
- ISBN:9786058487796
- Kategoriler:Roman
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









