Xelîl Xeyalî Modan - Kurdekî Sade û Xwende (1864-1946)-Mesut Arslan Xelîl Xeyalî Modan (1864–1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera…
- Stok kodu:
- NUBIHAR0403
- ISBN:
- 9786256605800
- Kullanılabilirlik:
- 1 stokta var
- Yazar:
- Mesut Arslan
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 246
- Yıl:
- 2025
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €15.95 |
Xelîl Xeyalî Modan - Kurdekî Sade û Xwende (1864-1946)-Mesut Arslan
Xelîl Xeyalî Modan (1864–1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908–1914an de, bi Kurmanciyeke zelal, di weşanên Kurd Te‘avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de fikrên xwe yên nûjen belav kirine. Piştî Herba Cîhanê jî bûye yek ji avakarên kovara Jînê. Herwiha wî ji komeleyên wekî Kurd Te‘avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma‘arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li serdema xwe kiriye. Ekrem Cemîlpaşa ji bo wî “mamosteyê Kurdîtiyê” gotiye; li gorî Mehmed Mîhrî, ew “yekane zimannas û edîbê muhterem ê Kurdan” e; Qedrî Cemîlpaşa heyranê wî ye û Seîdê Kurdî ew ji bo xîreta millî wekî nimûne nîşan daye. Mijara vê xebatê jiyan, berhem, fikriyat û têkiliyên Xelîl Xeyalî ne; armanca wê jî wekî monografiyekê bi kûrahî û ji her alî ve nasandina Xelîl Xeyalî ye. Çimkî nivîsên wî li ser ziman, dîrok, wêje û civaka Kurdî, û her weha lebatên wî di nav komeleyên Kurdî de, ji bo dîroka ronakbîriya Kurdan muhîm in. Ji Meşrûtiyeta Duyem (1908) heta dawiya serdema Osmanî (1923), ji bo Kurdiya nivîskî, modernîzma Kurdan, destpêka edebiyata Kurdî ya modern û avakirina nasnameya neteweyî, ev serdemek rengîn û berhemdar e. Wekî mekan jî navenda vê serdemê Stenbol e; Xelîl Xeyalî wî çaxî li Stenbolê ye û yek ji avakarên “Qonaxa Stenbolê” ye. Loma naskirina Xelîl Xeyalî, di heman demê de têgehiştina vê serdemê ye jî. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mesut Arslan vir bitikînin- Yazar:Mesut Arslan
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:246
- Yıl:2025
- ISBN:9786256605800
- Kategoriler:Dîrok, Nûhatî, Lêkolîn
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









