Zeynel Beg-Îhsan Colemêrgî Xebereke nebaş, kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê, ku hatibû hêla Lêwînê, Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê, 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe…
- Stok kodu:
- LIS-146
- ISBN:
- 9786058140707
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yazar:
- İhsan Colemergî
- Yayınevi:
- Lîs Yayınevi
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 196
- Yıl:
- 2018
- Kategoriler:
- Roman
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €14.89 |
Zeynel Beg-Îhsan Colemêrgî
Xebereke nebaş, kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê, ku hatibû hêla Lêwînê, Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê, 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe di rê de bû. Mîr Melek, ji nişkan ve pê hesîya. Piranîya çekdarên wî yên ku tevlî cenga Geverê bûbûn, vegerîyabûn malên xwe. Ji bo ewlekarîya kelatê û zozanan, tenê hezar û pêncsed çekdar di bin destên wî de bûn. Biryar da ku li ber xwe bide. Her du hêz ji bo ku jin û zarok zîyanê nebînin, li Deşta Enter hatin pêşberî hev. Di cenga ku nîv danê rojê dom kiribû de, cengewerîya Zeynel derket pêş û hêzên Melek Begê têk çûn. Ev gotin ji pênûsa Îhsan Colemergî ye, romana dîrokî û balkêş. Wek ku xwendevanên Kurdî jî ji nêz ve nas dikin û dişopînin, Colemergî di gelek mijaran de bi hosteyî pênûsa xwe bi kar tîne. Ew bi her awayî yê AXA xwe ye; axa ku jê bûye û pê xwedî bûye, hem dijî hem jî vedibêje. Carinan dîroka wê dinivîse, carinan romana wê, carinan folklora wê. Bi her awayî diyar e ku der barê axa xwe de xwedîyê gelek gotinan e û gelek gotinên ku hîna negotine hene. Romana ZEYNEL BEG jî yek ji van gotinan e. Beşek ji dîroka Mîrgeha Hekaryan wek romana dîrokî honaye. Lehengê sereke her çiqas Zeynel Beg be jî, mirov dikare bibêje ku sedsaleke wê mîrgehê hatiye vegotin. Ew sedsal jî sedsala 16’emîn, ango salên 1500’î ne. Mirov dikare bibêje ku ew sedsal ji bo herêmê sedsala herî girîng e. Lewre pêvajoyek bi dawî dibe û pêvajoyeke nû dest pê dike, ku bandora wê heta îro jî didome. Zeynel Beg jî kesayetiya vê pêvajoyê ye. Ev pêvajo hem daye destpêkirin, hem jiyaye, hem jî bûye qurbana vê pêvajoyê. Li gel bûyerên siyasî û têkoşîna desthilatdariyê, jiyana rojane û têkilîyên civakî jî hatine vegotin. Bi heman awayî, erdnîgarîya herêmê ya ku bûyer lê qewimîne jî daye naskirin. Bajar û keleh, çem û kanî, zozan û banî, rê û dirb... Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Îhsan Colemêrgî vir bitikînin- Yazar:İhsan Colemergî
- Yayınevi:Lîs Yayınevi
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:196
- Yıl:2018
- ISBN:9786058140707
- Kategoriler:Roman
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









