Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)-Raif Yaman Bi sed salan e ku kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî bala xwe dane ser ziman, folklor û edebîyata Kurdî. Lê…
- Stok kodu:
- NUBIHAR-207
- ISBN:
- 9786257383493
- Kullanılabilirlik:
- 2 stokta var
- Yazar:
- Raif Yaman
- Yayınevi:
- Nûbihar Yayınları
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 136
- Yıl:
- 2022
- Kategoriler:
- Kurdolojî
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €13.55 |
Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)-Raif Yaman
Bi sed salan e ku kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî bala xwe dane ser ziman, folklor û edebîyata Kurdî. Lê bi tevahî, lînguîst û fîlologên Kurd ên ku di xebatên xwe yên lînguîstîk û fîlolojîk de ji berhemên van kurdolog û seyyahan sûd wergirtine, pir kêm in. Heta îro jî, di nav Kurdên Bakurî de, kêm kes hene ku xebatên fonolojîk, bi pîvanên zanistî yên lînguîstîk, li ser fonemên Kurdî yên ku van kurdologan destnîşan kirine, pêk anîne. Ev rewş ji bo me kêmasîyek mezin bûye. Ev xebat, carek din, bi me dide xwîyakirin ku lêkolîn û analîzên li ser awayên nivîstina Kurdî yên kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî yên sedsala pêşîn a kurdolojîyê çiqas muhîm û bingehîn in. Di vê çarçoveyê de, ev pirs tên ber ziman:Kî ne kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî yên ku di sed salên pêşîn ên kurdolojîyê de bala xwe dane ser ziman, edebîyat û folklora Kurdan?
Karê wan ê aslî çi bûye?
Van kesan Kurdî çawa nivîsîne?
Nivîsandina wan çi qas rast bûye, çi qas şaş?
Di derbarê zarav û zarûzimanê Kurdî de çi gotine?
Di kîjan warên fîlolojî û lînguîstîka Kurdî de berhem dane? Di vê kîtabê de, bersîvên hemû van pirsan bi awayekî zanistî û vekolînî têne dayîn. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Raif Yaman vir bitikînin
- Yazar:Raif Yaman
- Yayınevi:Nûbihar Yayınları
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:136
- Yıl:2022
- ISBN:9786257383493
- Kategoriler:Kurdolojî
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









