Alan Pîrê, serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane, tijî henek, vegotineke herikbar û helbestane hûna ye, bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal. Ji ber ku wê çaxê bazareke…
- Stok kodu:
- NA-19
- ISBN:
- 9786059017787
- Kullanılabilirlik:
- 3 stokta var
- Yayınevi:
- Weşanên NA
- Dil:
- Kurmancî
- Sayfa:
- 48
- Yıl:
- 2018
- Kategoriler:
- Şano
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total | €5.59 |
Alan Pîrê, serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane, tijî henek, vegotineke herikbar û helbestane hûna ye, bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal.
Ji ber ku wê çaxê bazareke navendî ya aborîyê hîn ava nebûbû û serdem serdema derebegiyan bû, Kum Soro û jina xwe li hev dikin, ku Kum Soro çêleka malê daxe bazara bajêr bifroşe û bi buhayê wê xwarin û vexwarin û kelûpelên malê û pêdivîyên jiyanê bikirre bîne.
Di nava hûrgiliyên tevna vê serpêhatîyê de em ê bibînin bê çawa Kum Soro bi hevsarê çêleka xwe digire û dibe, di rê de rastî mirovekî tê ku bizina wî pê re ye, çêleka xwe bi bizina wî diguhere, piştî ku herdu qonaxekê bi hev re derbas dikin, ji hev diqetin û Kum Soro pêrgî yekî din dibe û vê carê bizina xwe bi dîkê wî diguhere, û bi vî rengî berdewam dike, heta pevguherandina dawî êdî hew kumekî sor di destê wî de dimîne, ew kum çawa di bîrê wer dibe û dawîya dawî
destvala vedigere mala xwe… û çîrok û serpêhatîya xwe ji jina xwe re dibêje, jina wî lê guhdarî dike û bê ku pê re bixeyide bi ser de biqîre û bike lûbelûb hema bi tenê vê jê re dibêje: “Mala xwedê ava be, ku tu di bîrê wer nebû, û her tiştên ku ji dest te çûn bila sidqa serê te bin.”
-Durust Îzzet
- Yayınevi:Weşanên NA
- Dil:Kurmancî
- Sayfa:48
- Yıl:2018
- ISBN:9786059017787
- Kategoriler:Şano
Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.
Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.
İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.









