Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Kurd, Kîtêb, Çapxane Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923)-Mesûd Serfiraz Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku…

  • Stok kodu:
  • PEYWEND-040
  • ISBN:
  • 9786058434509
  • Kullanılabilirlik:
  • 8 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 246
  • Yıl:
  • 2015
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€13.47

Kurd, Kîtêb, Çapxane Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923)-Mesûd Serfiraz

Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923an de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî.

Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra “kurdayetî”yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike. Ji bo pêkanîna vê jî çavkaniyên sereke weşanên wê demê bûn. Kovar, rojname, kitêb û rêziknameyên wê dewrê, hin caran jî belgeyên arşîva Osmanî rê nîşanî me da.

Ji bo hemû berhemên Weşanên Peywend vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Mesûd Serfiraz vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.