Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Mîrektiya Erdelanê-Cafer Açar Ev xebat, ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha, di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiyê ya Erdelanê,…

  • Stok kodu:
  • NU-035
  • ISBN:
  • 9786059413589
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 104
  • Yıl:
  • 2018
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€10.99

Mîrektiya Erdelanê-Cafer Açar

Ev xebat, ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha, di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiyê ya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin.

Zubdetu't Tewarîx, ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Ev berhem, ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de, Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide.

Herwiha, têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu't Tewarîx, piştî Şerefnameyê, duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan dihundurîne.

Li aliyekî din, ev berhem ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye bingehek. Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin kirin jî, li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe gelekî kêm in. Ji ber ku jêderên têkildarî dîroka mîrektiya Erdelanê bi piranî Farsî ne, ev yek dijwartir dibe.

Em hêvî dikin ku wergera beşa yazdehem ya Zubdetu't Tewarîxê û lêkolîna li ser nêrîta dîroknûsiyê ya Erdelanê û danasîna dîroknasên vê mektebê, wê bibe wesîle bo xebatên berfirehtir û ev xebat, di vê qadê de valahiyekê dagire.

  Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Cafer Açar vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.