Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Mîtos û Edebîyat: Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de-Shahab Vali & Kenan Subaşı Mîtos û Edebîyat: Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de Di du sed salên dawî de, bi hişyarkirina…

  • Stok kodu:
  • NUBIHAR319
  • ISBN:
  • 9786257383721
  • Kullanılabilirlik:
  • 1 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 384
  • Yıl:
  • 2023
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€23.84

Mîtos û Edebîyat: Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de-Shahab Vali & Kenan Subaşı

Mîtos û Edebîyat: Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de

Di du sed salên dawî de, bi hişyarkirina hestên neteweyî, gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xweîsbatkirinê û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de, reh û rîşên kevnar bûne çavkanû û meşrûyeta hebûnê ji bo qewman. Wekî gelek miletên din, Kurdan jî xwe li vê lêgerîna dîrokî û nasnameyî qelibandine û xwestine nîşan bidin ku ew yek ji qewmên Îranî yên herî qedîm in. Ji bo îsbatkirina vê yekê, wan serî li mîtos û çanda kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de wan bi awayek çalak bi kar anîne.

Di vê kitêbê de, bikaranîna mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî de bi awayek zanistî û analîtîk hatiye nîqaşkirin û destnîşankirin. Ev xebat bi çar zaravayên Kurdî, di folklor, edebiyata klasîk û edebiyata nûjen de, bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin.

Du gotarên yekem xwedî taybetmendiya teorîk ne û li ser peywendiya mîtos û edebiyatê û rêwîtiya lehengê mîtolojîk rawestînin. Şeş gotarên mayî jî bi awayekî berfireh li ser rengvedana mîtosên Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî de disekinin û nîşan didin ka mîtos çawa di metnên edebî de veguheriye, çawa wate û nîşanên nû bidest xistine û çawa bûye amûrek nasnameyî û dîrokî ji bo edebiyata Kurdî.

  Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.