Almanya’da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.

Tehsîn Îbrahîm Doskî û Cihê Wî di Edebiyata Kurdî da-M. Xalid Sadinî Tehsîn Doskî, nivîskar, lêkolîner, muheqqiq, musennif, helbestvan, rojnamevan, kovarger, wa’iz, wergêr û mamosteyekî pirlayen e. Wî di gelek…

  • Stok kodu:
  • SPPEYWEND194
  • ISBN:
  • 9786257568913
  • Kullanılabilirlik:
  • 2 stokta var
  • Dil:
  • Kurmancî
  • Sayfa:
  • 118
  • Yıl:
  • 2022
Free shipping over €19.99 (DE) / €99.99 (EU)
Easy Returns
30 Days
Customer Support
We're here to help
Total
€11.48

Tehsîn Îbrahîm Doskî û Cihê Wî di Edebiyata Kurdî da-M. Xalid Sadinî

Tehsîn Doskî, nivîskar, lêkolîner, muheqqiq, musennif, helbestvan, rojnamevan, kovarger, wa’iz, wergêr û mamosteyekî pirlayen e. Wî di gelek babetên edebiyatê de, wekî helbest, çîrok, dîrok, tefsîr û şirove, rexne û ceribandin, berhem daye. Her weha wî di warê tehqîq û senifandina berhemên kevn de jî xebat kiriye; ji ji nû saxkirina destxetên şa’irên klasîk bigire heta berhemên zanyariyên Îslamî wekî ‘eqaid, tecwîd, hedîs, tefsîr, rêziman û hwd. Ew di vê aliyê de, mîna nivîskarên kevn wekî Îmamê Suyûtî, di her babetê ku valahiyek tê de dîtîye, tiştek nivîsîye. Lê hêjayî taybetî ye ku bêjîn: berî her tiştî, tişta ku Tehsîn Îbrahîm Doskî bi wê şohreteke mezin û biheq bi dest xistiye, xwendina destxetan e. Ew bi rastî pîrê destxetan e. Kesên ku agehdariyek li ser kitêb, keşkûl û nivîsarên destxet hene dizanin ku xwendina destxetan karekî gelek zor û sext e. Ji bo ku mirov bikare destxetekî ku dused an sêsed sal berê hatiye nivîsîn bixwîne, pêdivî ye ku mirov hemû şêwazên nivîsîna ‘erebî bizane. Bi tenê ev jî têr nake; pêdivî ye ku mirov nivîsên farisî û osmanî jî nas bike, da ku wan ji hev û ji kurdî cuda bikare. Her weha, di nav zimanê Kurdî de jî, ji bo ku mirov bikare soranî, goranî û kurmancî ji hev ferq bike, xwendineke baş a destxetan pêwist e. Heke xwendevanê destxetê van zimanan û van zaravayan baş jêk cuda nekê, ew nikare destxet bi awayekî rast bixwîne.   Ji bo hemû berhemên Peywend Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên M. Xalid Sadinî vir bitikînin

Almanya içi 19,99 € ve Avrupa geneli 99,99 € üzeri siparişlerde ücretsiz kargo uygulanır.

Siparişiniz ödeme onayından sonra hazırlanır. Kargoya teslim süresi ürün stok durumuna göre değişebilir.

İade ve değişim süreçleri için kargo ve iade sayfasını inceleyebilirsiniz.